Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî zîncîre teqînên bajarê Kerbela şermezar kir
Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî bi tundî şermezarkirina vê êrîşa terorîstiyê, heman demî de serxweşiyê pêşkêşî kesukarê qurbaniyên vê kirdara nemirovane dike û ji xwedayê mezin hêvîdare şehîdan bi bihûşta fireha xwe şad bike û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazê.
Ev zîncîre teqîna îro û encamdana çendîn êrîşên dinê bi vî awayî ku li vê dawiyê da rû da nîşana eweye ku terorîstan tevgera xwe berfirehtir kiriye. Ji bo wê yekê li ser tevahiya hêz û aliyên welat pêwîste yek helwest bin ji bo berengarbûna metirsiya teror û ji holê rakirina plana terorîstan.
Berdevkek bi navê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
25/09/2011
