• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Sêrtê 5 leşker hatin kuştin, 9 birîndar

Gulan Media September 25, 2011 Nûçe
Li Sêrtê 5 leşker hatin kuştin, 9 birîndar
Li dijî qereqola leşkerî ya artêşa Tirk a li navçeya Berwarî ya Sêrtê êrişeke çekdarî pêk hat. Di encama çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin û 9 leşker birîndar bûn

Li gor agahiyan, li dijî qereqola li navçeya Berwariyê ya Sêrtê êrişeke çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de 5 leşkerek hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Li gundê Belenolukê yê navçeya Berwariyê ya Sêrtê li dijî qereqola Fermandariya Cendirmeyan êrişa çekdarî pêk hat. Piştî êrîş pêk hat, pevçûn rû da û operasyonek berfireh hate destpêkirin.

Piştî bûyerê operasyon hate destpêkirin û leşker hatin sewqkirin. Helikopterên Sikorsky ku ji 3'emîn Fermandariya Tugaya Komando rabûn yekîteyên taybet sewqî herêma operasyonê kirin. Hate diyarkirin ku ji ber pevçûn dijwar e, helîkopter di daketinê de zahmetîyê dikişînin. Her wiha hate diyarkirin ku helîkopterên kobra jî herêmê bê navber bombebaran dike.ANF
Top