• Tuesday, 03 February 2026
logo

Cîgirê Erdogan: Divê MÎT bi PKKê re hevdîtinê bike

Gulan Media September 25, 2011 Nûçe
Cîgirê Erdogan: Divê MÎT bi PKKê re hevdîtinê bike
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, derbarê hevdîtina rêxistina îstixbaratê (MÎT) û PKKê de wiha axivî, “Divê MÎT, bo bidawîkirina çalakiyên rêxistinê, digel berpirsên wê hevdîtinan pêk bîne.”

Li gorî nûçeya CNN Turkê, cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, ku li paytexta Beljîka Brukeslê ye, piştî civîna digel “medyaya Brukselê”, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Arinç, derbarê şer û pevçûnên vê dawiyê yên dijî PKKê de diyar kir, vê dawiyê êriş zêde bûne û wiha axivî, “Divê hemû amûran bo çareseriya pirsê bi kar bînin. Ev pirs tenê bi çek û polîs û esker nayê çareserkirin, divê tedbîrên siyasî, aborî û civakî jî bên girtin. Ez bawer im em dê ser kevin.”

Bulent Arinç, derbarê tomara dengî ya hevdîtina navbera MÎT û PKKê de jî got, “Tomarek dengî hat weşandin, nayê zanîn ka çiqasî ev rast e ya na, lê li gorî ku ez dizanim dema hêza çekan têra jinavbirina rêxistinekê nekir, wê demê saziyên îsitxbaratê dikevin dewrê û hevdîtinê dikim. Ji ber wê jî, tê zanîn ku MÎTê jî hinek caran digel rayedarên rêxistinê (PKK) hevdîtin pêk aniye. Lê divê saziya îstîxbaratê, bo ku hêza çekdarî ya rêxistinê bêbandor bike, digel berpirsên wê hevdîtinê pêk bîne.”

Li Tirkiyê, beriya niha tomara dengî ya hevdîtina MÎT-PKKê hatibû weşandin ku ji aliyê serokwezîr, wezîrê derve û serokê MÎTê ve hatibû piştraskirin.

AKnews
Top