• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Nûnerê Serok Wezîrê Iraqa Federal û Hevpeymaniya Nîştimanî kir

Gulan Media September 25, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Nûnerê Serok Wezîrê Iraqa Federal û Hevpeymaniya Nîştimanî kir
dohî şemî 24/09/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî nûnerê Serok Wezîrê Iraqa Federal û Hevpeymaniya Nîştimanî kir ku ji birêz Faleh El Feyaç Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî û Wezîrê Asayîşa Nîştimanî bi Wekalet û Sadiq El Rukabî Endamê Mekteba Siyasiya Hizba De'we ya Îslamî û Endamê Encumena Nûnerên Iraqê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de, ji bilî derbirîna rêz û hurmetê, şanda nûner û rola Serok Barzanî li pêvajoya siyasiya Iraqê de bilind nirxand û ragihand ku Serok Barzanî kesayetiyekî nîştimaniye û ji malbateke xebatkere û ew rola nîştimaniya ku li dîroka Iraqa nû da nîşan daye, cihê rêz û pêzanîna hemû aliyên siyasiyên Iraq û bi taybetî ji ya aliyê hevpeymaniya nîştimaniye.

Her li vê hevdîtinê de behsa pêwendiya dîrokiya di navbera her du aliyan hate kirin û tekez li ser girêdayîbûna bi destûr û wan rêkkeftinan kirin ku bûye sedema pêkanîna Hikûmeta niha û gelek bi hurî jî behsa wan pirsên vê dawiyê hate kirin.

Serok Barzanî spasî hatina şandê kir û tekez li wê yekê kir ku pêwîste hemû aliyek ji bo berev pêşvebirina pêvajoya siyasî hevkar bibin û pêvajoya demokratîk jî berfirehtir bibe. Li vî warî de balkişand li ser wê yekê ku girêdayîbûna bi demokratiyet girîngiya xwe heye û merce jî ji bo wê yekê ku hemû pêkhat mafê xwe li Iraqekî demokrat da hebê.

Cihê girîngîpêdane ku her du alî li ser baştir û çaktirkirina pêwendiyên di navbera wan bi hevrebûn bo ku li dema rûdana her pirsek de bi zûtirîn dem bête çareserkirin.
Top