• Tuesday, 03 February 2026
logo

Polîsê tirk har bû, 5 kes kuştin!

Gulan Media September 24, 2011 Nûçe
Polîsê tirk har bû, 5 kes kuştin!
Polîsê memûr Eladîn G. kû li Kirikkaleyê erkdar e, har bû û di encama harbûnê de 3 zarokên xwe û hevjîna xwe kuştin. Her wiha zarokek xwe jî birîndar kir û pişt re xwe jî kuşt.

Bûyer îro di lojmana polîsan de rû da, her wiha zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku, Eladîn G. ji 2009’an û vir ve di Şûbeya Trafîkê ya Herêmê de erkdar e.

Her wiha hêjayî gotinê ye kû, roja Înê li Edeneyê jî kû leşkerekî di nexweşxaneya leşkerî de nobet digirt, 2 leşker bi çekê birîndar kiri. Hatibû îdîakirin ku, bûyer ji ber nîqaşa cigarê derketiye.

Nukurd
Top