Hikumeta herêma kurdistanê tevay girêbestên petrol aşkira dike
Duh, di civînekê de digel serokên firaksyonê perlemana kurdistanê Dr. Behem Salih serokê hikumeta herêma kurdistanê û bi amadebuna cêgirê serokê perlema û Aştî Hewramî wezîrê samanên siruştî , tevay girêbestên petrolê dan destê serokê firaksyona û tekez kir ku nefit û gaz samanek niştîmaî ye û hikumeta herêmê jî dixaze li pey destur û yasaya û bi zelalî reftarê digel bike.
Herwiha serokê hikumetê got: deqa girêbesta bi awayek aşkira didîn destê perleman jiber ku ev erkekî yasayî cêbcêkirinê ye dive hikumet li hemer perleman bi ke, hîvîdarîn hun jî bi hurî çavdêrî bikin û alî yên baş bimer bêjin dest xweş û alîyên kêmasî tedene hevkarya me bikin jiboy çareserkirnê.
Serokê hikumetê ew yek jî xuyakir ku hikumeta herêmê pêgîre bi pîver û sitandardên rêkxistî ya zelal ya nêvdewletî di ware neftê de (eiti) ji boy ev girêbest li ser asta hundir û derve bi awayek zelal bin û perleman û welatî jî li ser haydar bin.
Di piştre Aştî Hewramî wezîrê samanên siruştî ronî yên pêwîst sebert girêbestê petrolê ku ligor destur û yasa neft û xaza herêmê bi zelalî îmza kirine û pîverên êvdewletî jî hatîne li berçav girtin.
