• Tuesday, 03 February 2026
logo

ICG: Ji bo çareseriyê li şûna şer, raformên radîkal divê

Gulan Media September 21, 2011 Nûçe
ICG: Ji bo çareseriyê li şûna şer, raformên radîkal divê
Koma Krîzê ya Navnetewî (ICG) diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li cihê şer, reformên radîkal divê. ICG’ê got, “Şerê dijwar û taktîkên leşkerî di salên 1990’an de nekarî pirsgirêka kurd çareser bike, niha jî nikare.”

Li gorî nûçeya Reutersê di rapora Koma Krîzê ya Navnetewî (ICG) ku wê bi nûçeya “Bi dawîkirina serhildana PKK’ê” a ji 42 rûpelan pêk tê û wê îro bê weşandin de ji Tirkiyeyê re tê pêşniyarkirin ku li şûna şer ji bo çareseriya pirsgirêka kurd giraniyê bide reforman.

Di raporê de hat gotin, “Şerê dijwar û textîkên leşkerî di salên 1990’an de nekarî pirsgirêka kurd çareser bike, niha jî nikare” û hat xwestin ku dest ji operasyona dersînorî ya muhtemel bê berdan

Di raporê de hat xwestin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ku ev bi salane didome, giraniyê bidin reforman û wiha hat domandin: “Rayedarên tirk, divê ji bo ku welatiyên kurd îkna bike divê tedbîrên radîkal yên darazî, civakî siyasî bigire.”

ICG di rapora xwe de cih da hilbijartinên di hezîranê de û pêşveçûnê piştî hilbijartinan. Di raporê de hat destnîşan kirin ku ji ber helwesta dewletê ya tundîparêz û çalakiyên PKK’ê yên dema dawî di nava fikaran de ne û bal tê kişandin ser gotina Serokwezîr Erdogan a “Li hemberî PKK’ê sebra min nemaye”

ICG’ê bang kir ku Enqere, rewşa Suriyeyê ya bi aloz û vekişîna Emerîkayê ya ji Iraqê li ber çavan bigire û li gorî wê “Pêngavên wêrek û radîkal” bavêje.

Di raporê de wiha hat gotin: “Her çiqas li hemberî PKK’ê ev demek dirêje gelek operasyonên bejayî, hewayî û siyasî tên kirin jî, bila neyê jibîrkirin ku dawiya dawî, wê pedivî bi peymanekî siyasî bibe.”

ICG’ê di warê çareseriyê de ji Enqereyê re jî ev pêşniyar kir:

-Bila zimanê kurdî di hemû dibistanan de bi avayekî fermî bê bikaranîn.

-Ji ber ku bi hinceta têkiliya wan bi PKK’ê re heye bûye sedema girtina 3 hezar siyasetmedarên kurd, divê zagonên antî-terorê bên revîzekirin.

-Bila benda hilbijartinê ya ji sedî 10 bê daxistin.

-ICG’ê li gel Enqereyê bang li aliyê kuradn jî kir û xwest ku PKK çekan berde û BDP jî ji bo xebatên hilbijartinê vegere Meclîsê.

ANF
Top