• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Yemenê pevçûn: 50 kes mirin

Gulan Media September 20, 2011 Nûçe
Li Yemenê pevçûn: 50 kes mirin
Di xwepêşandanên di van rojên dawiyê de li Yemenê ji nû ve li dijî desthilatiyê gurr bûne de, hate diyarkirin ku herî kêm 50 kes hatin kuştin.

Li gor agahiyên ku xwepêşandêran dane, hêzên ewlekariya welêt sekvan li kolanên paytext Sanayê bi cih kirine û sûîqest li xwepêşandêran dikin. Li gor agahiyên ku hatine dayîn di xwepêşdanê de herî kêm 50 kes hatin kuştin.

Li paytextê bi boneya ku Serokomar Alî Abdullah Salîh ku ev 30 sale li ser desthilatiyê ye dev ji peywirê berde bi tevlibûna bi dehezaran kesî çalakiyek hatibû lidarxistin. Di dema meşa ber bi qesra serokomartiyê ve dihat kirin de hêzên ewlehiyê mudaxale gule barde li ser çalakgeran.

Salîh jî ji ber di hezîrana derbasbûyî de rastî êrîşek bi bombeyî hatibû hêj li Suudî Erebîstanê tê dermankirin.
Top