Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê pêşkêşî Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir
Birêz Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê
Silavên xwedê li we bin
Ji bo 41 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li we yên birêz û tevahiya zanayên ola pîroza îslamê ya li Kurdistanê dikim.
Hêvîdarim li ser wê rêbaza ku Yekîtiya we li ser hatiye damezrandin, berdewam bibin li xizmetkirina ola pîroza îslam û perwerdekirina xelk li ser bîr û baweriya neteweyî û prensîpên dirûstên wê ola pîroza li evînî, lêborînî, pêkve jiyan û westana dijî bi diyardeya teror û piştgîrîkirina li ezmûna Herêma Kurdistanê ku berhema xwîna şehîdan û xebat û têkoşîna hemû pêkhatên gelê Kurdistane ku cenabê we yên birêz rolekî ber bi çav li wê têkoşîn û xebatê de hebûye û herdem jî piştgireke xurtê tevgera rizgarîxwaza gelê me bûne.
Xwazyarim armanca karkirina Yekîtiya we ku yadgariyekî bi nirxê Barzaniyê Nemire, bi taybetî li vê hel û merca hestiyar da parastina yekrêzî û yek helwesta gelê Kurdistanê bê.
Xwedayê mezin pişt û hêviya we bê
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20/09/2011
