• Tuesday, 03 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê Konferansa Neteweyî

Gulan Media September 20, 2011 Nûçe
Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê Konferansa Neteweyî
Hinek ji medyayên hundir û derve nûçeyên wiha belavkirine ku qaşo ew Konferansa Neteweyiya ku biryar bû meha pêş de li Hewlêrê bête encamdan ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye betalkirin.

Mebesta encamdana vê konferansê ewe bû ku bijardeya aştiyê bibê bijardeya wan hemû aliyên ku têda beşdarî dikin. Lê belê li rewşeke wekî îro ku şer û pêvçûn li holê daye astenga konferanseyê ku wê armanca xwe pêk bîne.

Sazkirina konferanseke wiha pêwîstî bi rewşeke aştiyane heye neku şer û pêvçûnê. Ji ber ku heta niha dawî bi şer û pêvçûnan nehatiye, ji bo wê yekê konferans ji demeke din hatiye paşxistin û bi tu awayekî jî nehatiye betalkirin.

Berdevkek bi navê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
20/09/2011
Top