Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encumena Nûnerên Iraqa Federal û şanda li gel kir
Li hevdîtinek de, ku birêz Dr. Berhem Ehmed Saleh Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsê bilindên Herêmê amade bûn, rewşa siyasî û emnî ya li welat xistin rû.
Di derbarê pirs û gîr û giriftên li ber pêvajoya siyasiya Iraqê û pirsê helawestiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bîrûra danustandin kirin.
Li vî warî de her du alî li ser wê yekê hevrêbûn ku pêvajoya siyasiya Iraqê bi qonaxekî gelek hestiyar û aloz da derbas dibe ku pêwîstî bi wê yekê heye ku ji nû ve bê rêk xistin û pêwendiyên di navbera hêz û aliyê siyasiyan ji nû ve li ber çav bê derbaskirin.
Her wiha li ser bingeha hevbendiya rasteqîne û vegerana li ser prensîpa hevsengiya li nav dam û dezgehên welat bi awayeke ku mafê hemû alî û pêkhatan li gor behr û para her kesekî parastî bê û hemû aliyek jî girêdayî destûr û rêkkeftinên berî pêkanîna Hikûmeta niha bin û hizra awayeke din jî bête kirin li birêvebirina welat li ser bingeha destûr û rêkkeftinan û tekez jî li ser prensîpa hevbendiyê ya li wergirtina her biryarekî çarenûssaz ku pêwendî bi paşaroja Iraqê û pêwendiya navdewletiyan ve heye kirin.
