Gul got ku armanca hevdîtinan tunekirina “rêxistina terorîst
Gul derbarê tomara deng a ku tê gotin ya hevdîtina di navbera PKK û MÎT’ê de ye, de daxuyaniyek da û got; “Îstîxbarata me di nava meseleya me ya herî girîng de ye, tiştek ji vê asayîtir tune ye.”
Gul got ku armanca hevdîtinan tunekirina “rêxistina terorîst” e û wiha domand; “Ji bo tunekirina terorê, hemû rê û rêbazên stratejîk tên ceribandin. Rêxistina Sîxûrî jî tişta di vî warî de bikeve ser milê wê pêk tîne.”
Wezîrê Karên Derve Tirk Ahmet Davûtoglû di weşana zindî ya kanala CNN Turk de bersiv da pirsên rojnamevanan û derbarê tomara deng a hevdîtina di nabera PKK û MÎT’ê de got; “Hakan Fîdan fermana ku hatiye dayîn bi cih aniye. Em dibêjin ku Hakan Beg peywira xwe bi başî kiriye. Bila bizane ku wê hebûna wî di nava MÎT’ê de bi bandor be.”
Davûtoglû got; “Sedeqeta Hakan Beg ji bo Komara Tirkiyeyê ye” û diyar kir ku wana derbarê kesên deng dane malperên înternetê de lêkolîn dane destpêkirin.
Nukurd
