HPG: gerîlayan 8 leşker li Çewlikê kuştin
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di 17’ê îlonê de ji aliyê yekîneyên qereqola Gazê operasyonek hat destpêkirin. Li hember operasyonê ji aliyê gerîlayan çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê daxuyand ku piştî çalakiyê balafirên kobra herêmê dan ber bombeyan û operasyon dest pê kir. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da zanîn ku di encama çalakiyê de li herêma daristanî şewat derket û şewat hêj didome.
Her wiha gerilayan kamyona ku zexire dibir inşaata qereqola li herêma Eldînan a navçeya Şaxa Wanê hat şewitandin. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di 17’ê îlonê kamyona ku zexire dibir inşaata qereqola li herêma Eldînan a navçeya Şaxa Wanê hat şewitandin.
