• Tuesday, 03 February 2026
logo

Barzanî li Koyê banga piştgiriya reforman kir

Gulan Media September 18, 2011 Nûçe
Barzanî li Koyê banga piştgiriya reforman kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir, hemerengî û firehizbî pêwîst e, lê divê di mijarên giştî de hemû kurd bibin yek.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro serdana bajarokê Koyê yê ser bi Hewlêrê kir û li wir axaftinek pêşkêş kir.

Barzanî, di axaftina xwe de bi zindî li Kurdistanê TVê de hat weşandin, behsa daxwaziya hebûna rêveberiya serbixwe bo Koyê kir û got, ev daxwazî gihîştiye destê wî û dê vê yekê pêşkêşî serokwezîriya Herêma Kurdistanê bike.

Serok Barzanî, teqezî li ser reforman kir û bang li hemû kesî kir di proseya reformê de hevkarî bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê, derbarê helwesta aliyên siyasî yên kurd derbarê arîşeyên hundir û derve de got, hemerengî û firehizbî pêwîst e, lê divê dema pirsa tenahiyê bê holê, divê hemû kurd bibin yek û helwestek hevbeş nîşan bidin û wiha pêde çû:

“Rast e, navbera Hewlêr û Bexdayê de arîşe û nakokî hene, lê ne zêde ne û mirov dikare bi diyalogê çareser bike. Helbet, divê hemû aliyên Iraqê bi destûrê ve girêdayî bin. Navê, sîstemek otokratîk li Iraqê pêk bê, divê bi awayekî beşdarker birêve biçe û rêkeftinên nehatine cîbicîkirin bên cîbicîkirin.”

Barzanî, derbarê hevsengî di nav artêşa Iraqê de jî got, hevsengî di nav artêşa Iraqê de girîng e û divê hemû pêkhateyên Iraqê beşdarî artêşê bibin û wiha axivî:

“Ez dikarim bêjim, êdî pirsa kurd paşde venagere û dê her ber bi pêş ve biçe.”

AKnews
Top