Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Desthilata Filistîn li Herêma Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de, Balyoz Nezmî Hizurî silavên birêz Mehmûd Ebas Serokê Desthilata Filistînî gihande Serok Barzanî û ragihand ku gelê Filistînî bi girîngiyê ve temaşa ezmûna serketiya Herêma Kurdistanê dike û xwazyare pêwendiyên di navbera her du aliyan de xûrttir bike û rola Serkirdayetiya Serok Barzanî jî neku her li Herêm û Iraqê belku li hemû navçeyê da bilind nirxand û bi kurtî di derbarê rewşa niha ya Desthilata Filistînê û arasteyên paşaroja Desthilat û gelê Filistînî hinek zanyarî pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Serok Barzanî balkişand li ser pêwendiya kevina di navbera her du gelê Kurdistan û Filistînê û ragihand ku ew her du gelê dîrokî, azar û pirsê wan yê adîlane wam kom dike û her du alî xwedî ezmûna xwe ne û dikarin li gelek waran de alîkariya hevdû bikin.
Sebaret bi pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan jî, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku dergehê Herêmê li ber veberhênanên Filistîniyan vekiriye.
Li dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî jî daxwaz li Balyoz Nezmî Hizurî kir ku silav û rêzên wî bigihîne bira û dostê wî yê ezîzê Serokê Desthilata Filistînê.
