• Tuesday, 03 February 2026
logo

Kongira niştimanî ya kurdên Sûriyê hat paşxistin

Gulan Media September 17, 2011 Nûçe
Kongira niştimanî ya kurdên Sûriyê hat paşxistin
Kongira neteweyî ya kurdên Sûriyê ku biryar bû van rojan bihata lidarxistin, hat paşxsitin.

Endamê Polîtburoya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Şelal Gedo, îro, ji AKnewsê re ragihand, “Kongira Neteweyî ya kurdan ku biryar bû di naverasta vê mehê de ji bo diyarkirina daxwazên kurdan li Sûriyê bê sazkirin, bo dawiya vê mehê hate paşxistin.”

Gedo aşkere kir ku çend sedemên teknîkî li pey paşxistina kongirê bûn û wiha pê de çû:
“Karên kongirê berfirehin û 11 partî, çalakvan, jin û xortên kurdan tê de beşdar dibin û ev yek demekê dixwaze daku bêne ser hev û li ser projeyeke hevpar li hev bikin, lê amadekarî bi dawî hatine û dawiya vê mehê dê kongir li dar keve.”

Gedo xuya kir ku îro, dê kongira Desteka Hevahengiya Niştimanî ya Sûriyê (ji 8 partiyên ereb, 4 partiyên kurd û çend kesatiyên opozisyonê pêk tê) û Komîteyên Hevahengiya Navxwe yên şoreşa Sûriyê li Dîmeşqê bi dizî ve were sazkirin.

Gedo bal kişand ku di wê kongirê de dê gotûbêj li ser rewşa Sûriyê û amadekariyên bo qonaxa dahatî bêne kirin û wiha domand:
“Ev enî, ji yên berê berfirehtire û kesatiyên girîng ên ereb wek Burhan Xelyûn ji derve û Hesen Ebdilezîm li hundirê Sûriyê tê de endamin.”

Gedo ku di heman demê de nûnerê Partiya Çepgire li Herêma Kurdistanê tirsa xwe ji avakirina gelek civatan li Estenbol û Parisê nîşan da û got, “Em wek kurd dê bi tenê beşdarî çalakyên ku li nava Sûriyê tên encamdan, bibin.”
(AKnews)
Top