• Tuesday, 03 February 2026
logo

Konferansa "Kurdistan"ê li Diyarbekirê dest pê kir

Gulan Media September 17, 2011 Nûçe
Konferansa
Konferansa "Kurdistan"ê îro li Diyarbekirê bi serperiştiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)ê û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)ê û bi beşdariya hemû pêkhateyên siyasî yên kurd li Tirkiyê dest pê kir.

Li konferansa ku li hola Class Otelê ya li bajarê Diyarbekirê hatî li darxistin, Hevserokên KCDê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, serokê BDPê Selahatîn Demîrtaş, Serokê KADEPê Şerafetîn Elçî, Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel, nûnerên part û pêkhateyên din yên siyasî yên kurd, 182 reşwenbîr, nivîksar û akademisyenên ji derve û hundirê Tirkiyeyê amade bûn.

Li gor nûçeya ANFê, Hevserokê KCDê Ahmet Turk diyar kir ku ew bawer e konferans dê bibe sedema aştî û birayetiyê û amaje bi wê çendê kir ku hêzên navdewletî siyaseteke nû birêvedibin û pêwîst e gelê kurd hay ji vê guherînê hebe û firsendên herî baş bi kar wînin.
Top