• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Brîtanî kir

Gulan Media September 15, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Brîtanî kir
Îro pênçşem 15/09/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî Brîtanî kir ku ji birêz Peter Boxer Cîgirê Balyozê Brîtanya li Iraqê û Chris Bowers Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê û Sofi Farel li Beşa Siyasî ya Balyozxaneya wî welatî pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de, pêşhatên dawiya siyasiyên Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa navçeya tixûbiyan û pêwendiyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal û rewşa welatên navçeyê bi giştî hate nirxandin.

Her wiha guftûgokirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya mijareke dinê vê hevdîtinê bûn. Li vî warî de tekez li ser girîngiya berdewambuna hemahengiya di navbera her du aliyan hate kirin.
Top