• Tuesday, 03 February 2026
logo

Wezîrê Samanên Xwezayî: Dû roje me şandina petrola Kurdistanê rawestandiye

Gulan Media September 15, 2011 Nûçe
Wezîrê Samanên Xwezayî: Dû roje me şandina petrola Kurdistanê rawestandiye
Wezîrê Samanên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ragehand ku dû roj e proseya şandina petrola Herêma Kurdistanê rawestiya ye û sedema rawestandina wê proseyê jî bi Kompanya Petrola Bakur a li Kerkûkê ve girêda ku ser bi Wezareta Petrolê ya İraqê ye.

Çend roj berî niha, Wezareta Petrolê ya İraqê diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê proseya şandina petrolê rawestandiye. Derbarê sedema rawestandina wê proseyê de Aştî Hewramî agahî dan Rûdawê û got: ‘’Sedema rawestandina wê proseyê bi Kompanya Petrola Bakur ve girêdayî ye. Mixabin berî ku rastiyan bibînin, hinek berpirs jî bi şaşî, rawestandina proseyê dixin estoyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.’’

Hewramî wiha axifî: Doh û îro piroseya şandina petrolê rawestiya ye, evna jî peywendî bi pirsgirêkên Kompanya Petrola Bakur ve heye û wiha dixwiye boriyên serekî yên navçeyên başûrê Herêma Kurdistanê kun bûbin û dibe ku ji ber zexta zêde be. Herwiha diyar e vê carê pirsgirêk di hemû sîstema boriyên şandina petrolê de çêbûbe û em hêvîdar in di zûtirîn dem de ew kêşe ji aliyê kompanya navbirî ve bê çareserkirin, da Herêma Kurdistanê jî wek dema borî berdewam be li ser şandina petrolê.’’

Di berdewamiya axaftina xwe de Aştî Hewramî, ew yek jî eşkere kir ku ji destpêka proseya şandina petrola Herêma Kurdistanê ve û heta wê roja rawestiya ye (dû roj e), wan kariye nêzîka 28 milyon bermîl petrol berhem bînin û wiha pêde çû: ‘’Me destpêkê bi 70 hezar bermîl di rojekê de dest pê kir, piştre wê jimareyê bi awayekî berçav zêde kir û heta dawiya meha Hezîranê û destpêka Temûzê, berhemê rojane gehişte nêzîka 175 hezar bermîl, evna jî tê wê wateyê ku berhemê rojane yê hemû dema şandina petrolê nêzîka 130 hezar bermîl bûye û evna jî dike nêzîka 28 milyon bermîl di hundirê wê demê de.

Derbarê wêya gelo wan heta niha çiqas wergirtiye ji wî beşê pareyên ku ligel Bexda li ser rêkeftibûn bo şandina petrolê, Wezîrê Samanên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî got: ‘’Heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîka 450 milyon dolar ji Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal wergirtiye û evna jî ne ew hemû pere ne ku me li ser lihev kiribû. Sedema vê jî desttêwerdana hinek berpirsa ye ku dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne. Naxwazin ne ev rêkeftin û ne jî hîç proseyeke din ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê serkeftî be. Ew berpirs dibêjin pêwist e ew xerciyên han di demekê de bên dayîn heta proseya hurkarî û hesaban temam bibe, lê rêkeftinname ne bi wî awayî ye.
Top