Heftiya bê dê peyama serkirdatiya kurdan bigihe Malikî
Serokê Fraksiyona Hevpeymaniya Kurdistanî di Parlamentoya Iraqê de Fûad Maesûm, îro, ragihand ku heta niha ti demek ji bo encamdana gotûbêjan navbera Hevbendiya Fraksiyonên Kurdistanî û Hevbendiya Dewleta Yasayê ji bo çareserkirina aloziyan di navbera wa de, nehatiye diyarkirin.
Maesûm amaje kir ku heftiya dahatî dê encam û peyama civîna duhî ya Serokê Herêma Kurdistanê digel wezîrên kurd di hikûmeta Iraqê de û parlamenterên kurd li Bexdayê arastey Dewleta Yasayê bê kirin.
Ji bal xwe ve, Ji bal xwe ve, parlamenterê kurd Fatih Daraxayî got, “Eger, bersiva Malikî û Dewleta Yasayê li ser daxwazên kurdan erênî be wê demê dê dema serdana şanda hikûmeta Herêmê bo Bexdayê û encamdana gotûbêjan digel Dewleta Yasayê bê diyarkirin, lê eger bersiv nerênî bû dê Hevbendiya Fraksiyonên Kurdistanî helwesta xwe ya dawî ragihîne“.
AKnews
