• Wednesday, 04 February 2026
logo

Nucêfî bo pirsa topbaran û çemê Elwenê diçe Îranê

Gulan Media September 15, 2011 Nûçe
Nucêfî bo pirsa topbaran û çemê Elwenê diçe Îranê
Cîgirê duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê (PI) Arif Teyfûr ragihand ku biryar e hefteya dahatî şandeyeke PI bi serokatiya Usame Nucêfî bi armanca gotûbêjkirina pirsa topbaran, girtina çemê Elwenê û çend pirsên din, serdana Îran bike.

Teyfûr ji AKnewsê re got, “Bi awayekî resmî PI dê hefteya dahatî bi seroktiya serokê parlamentoyê û digel çend parlamenteran, serdana Îranê bike. Biryar e şande digel berpirsên bilind yên Îranê bicive ku em pêşbînî dikin şande digel serokê Îranê Mehmûd Ehmedînejad jî bicive.”

Arif Teyfûr li ser mijarên ku dê di serdanê de gotûbêj li ser bê kirin got, “Pirsa pêşvebirina têkiliyên di navbera herdu parlamentoyan de, topbarankirina navçeyên sinorî yên herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve û girtina çemê Elwenê, girîngtirîn mijarên vê serdanê ne.”

Hêjayê gotinê ye ev demek e, arîşeya birîna Çemê Elwenê ji aliyê Îranê ve, peyda bûye ku navçeyên bajaroka Xaneqîn ta naverasta Iraqê tûşî arîşeyê kiriye. Her weha Kampanyaya „Ji bo Elwenê“ ta niha çend xwepêşandanên cemawerî saz kirine.

Dewleta Îranê her sal di werza havînê de ava Çemê Elwenê yê li Xaneqînê bi temamî digire ku ji Îranê tê nav wî bajarî û jêdera sereke ya avdêrî û çandiniya navçeyê ye û 20 hezar donim zevî bi dirêjiya wê çemê sûdmend dibin. Dirêjiya ava Elwenê nêzîkî 50 km ye.

AKnews
Top