Behînameya serokê hikumetê bi helkefta koça dawî ya rewşenbîr û nivîskarê gelê me Mehmud Zamdar
Bi xem û kovanek mezin ve peyama koça dawî ya rewşenbîr û nivîskarê navdarê gelê me Mehmud Zamdar bi mere gihişt, bivê helkefta xemgîn li ser nave xwe û civata wezîrên herêma kurdistanê behî û ser saxyên xwe pêş kêşî malbat û kes û kar û hevalên xwedê lêxweşbuy û rewşenbîr û nivîskarên kurdistanê dikim, koça dawî ya ronakbîr û nivîskar memosta Mehmud Zamdar wê kelênek mezin di dunya ya çand û toreya kurdî de bi cih bihê le û zirarek mezine jî bo millet me,jiber ku memosta Mehmud Zamdar stêrek geş bû û xamekî bi verêjê tore û çanda kurdî bû, du bare behî û ser saxyên xwe arastey we dikim û ji xwedayê mezin jî daxwazkarim canê memostayê koçbarkirî bi beheşta berîn şa bike û sebir û hedarê jî bi tev alî ya bide.
Îna lîlah we îna îleyhî racîon
Dr. Berheh Ehmed Salih
Serokê hikumeta herêma kurdistanê
