• Wednesday, 04 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike

Gulan Media September 8, 2011 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike
Tê çaverêkirin ku Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) heftiya bê serdana Tirkiyê bike.

Li gor nûçeyek ya Rojnameya Taraf a Tirkiyê, wê Cîgirê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî heftiya bê serdana Tirkiyê bike. Di serdanê de Wezîrê Karê Hindir yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî jî cih digre.

Di demek ku tê çaverêkirin Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê bike, di heman demê de behsa wê yekê tê kirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî biçe Îranê û li gel berpirsên Îranê rûne.

Nêçîrvan Barzanî 25ê Tebaxê serdana Îranê kiribû û li gel Serokkomarê Îranê Ahmedînejad hevdîtinek pêkanîbû. Di hevdîtinê de li ser mijarên PKK û PJAKê danûstandin kiribûn.

Li gor îdiayan di rojeva serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Enqereyê de mijarên wekî PKK û operasyona hewayî ya li dijî Qendîlê heye.

Rudaw
Top