Peyama serxweşiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo koça dawiya xwedê jêrazî Dr Wirya Rewandizî
Malbata birêzê xwedê jêrazî Dr Wirya Rewandizî
Silavên xwedê li we bin
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawiya kesayetiyê diyarê Kurdayetiyê xwedê jêrazî Dr. Wirya Rewandizî gihişt min.
Bi vê xemgîniyê hevxemiya xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz dikim.
Dr. Wirya Rewandizî yek ji çalakvanên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrupa bûye û rolekî ber bi çav li gihandina dengê Kurd bi navenda siyasiyên Ewrupa hebûye û herdem xemxûrê yekrêziya gelê me bûye. Ji bo wê yekê ji destdana wî kesayetiyî ziyanek bû ji bo hemû gelê Kurdistanê.
Ji yezdanê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber soza berfireha xwe ya li bihûşta berîn û sebir û dilnewayiyê jî bi hemû aliyek bibexşê û eve nexweşiya malbata we ya dawî bê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04/09/2011
