• Friday, 06 February 2026
logo

Rapora HRW`ê li ser navçeyên sînorî yên Herêmê

Gulan Media September 2, 2011 Nûçe
Rapora HRW`ê li ser navçeyên sînorî yên Herêmê
Rêxistina HRW ya mafê mirovan li Amerîlkayê raportek li ser rewaş navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê derxist.

Di wê raportê de hatiye ku ji ber hêrişên Êran û Tirkiyê ji meha Temûzê heyta niha li ser sînorên Herêmê, herî kêm 10 welatî bûne qurbanî û bi sedan jî mal û halêmên xwe bi cî hîştine û aware bûne.

HRW dide zanîn ku piraniya hêrişan bê raçevkirina ziyanên ku ji deverê û her wiha bê raçevkirina silametiya gel hatine kirin.

HRW`ê li ser gotina Tirkiyê û Êranê ku hêriş li ser hêzên çekdarên li wan deveran kirine, serdana gelê wê deverê kiriye û li gor wê di raportê de hatiye ku li gor daxuyaniya gelê deverê, ti hêzên çekdar li wan deran nînin û nebûne.

Li gor belgeyên heyî hat zanên ku hêrişên bênabver yên artêşa Êranê, ew bûye ku gelê navçeyêyên nêzî sînorê Êranê, ji ciyên wan derxîne û navçe bê valakirin.

Berpirsê HRW`ê yê li Rojhilata Navîn, Joe Stork jî li ser wê mijarê da zanîn ku hêzên her du welatên Tirkiyê û Êranê bi her armancê dibe bila bibe ku hêriş kirine li ser sînorên Herêma Kurdistanê, lê ji bo parastina sivîl û jiyana wan pêwîst bû hewl bidana.

Hêjayî gotinê ye ku di encama hêrişên Tirkiyê, li Qendîlê 4 zarok û jineke ducanî û bi giştî 7 kes hatin kuştin. Di encama topbaranê Êranê jî, 3 kesan jiyana xwe ji dest da ku yek ji wan zarok bû.
PUKmedia
Top