SHK êrîşa li dijî Asos Herdî şermezar kir
Fûad Hisên di daxyaniyekê de bo rojnameya el-Şeriq el-Ewset a erebî, îro, ragihand, “SHK her êrîşeke dijî her welatiyekî herêmê red dike û em li hember êrîşa dijî Asos Herdî gelek dilgiranin.”
Hisên got jî, “Em niha li benda lêkolînên komîteyê ne daku em kite kitên bûyerê nas bikin, desthilata dadwerî ya herêmê jî di cezakirina tawanbaran wê êrîşê de dudil nabe daku ti kes carek din destdirêjiyê neke ser welatiyan.”
Duşema borî, birêveberê kompaniya Awêne Asos Herdî dema ji ofîsa xwe li bajarê Silêmaniyê derket, rastî êrîşa çend kesên nenas hat û birînar bû.
