Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Remezanê li Misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz dike
Bi helkeftina hatina Cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û ta'et û îbadeta meha Remezanê, meha xêr û bereketê ji hemû misilmanan wergirtibê û ev cejin bibê cihê xêr û xweşî û bi destxistina zêdetirê hêvî û armancên gelê me û Kurdistan jî bikevê qonaxeke dinê avadankirin û binyadnan û pêşxistina giyana birayetî û tebayî û pêkve jiyan û bi destxistina mafên destûriyan û derbaskirina hemû pirs û gîr û giriftan û çespandina Iraqekî Federal û demokrat.
Gelê me li ber tehediyatekî mezin daye ku pêwîstî bi wê yekê dike yekrêziya xwe neku her biparêzîn belku pêşvetir jî bibîn û hemû hêz û aliyê siyasiyan jî li gor berpirsiyariya neteweyiya xwe rû bi ruyê wan tehediyatan bibin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29 Remezan 1432 Koçî
29 Tebax(Ab) 2011 Zayînî
