“4 biryaryên SHK dê ji îro ve bêne bicihanîn”
SHK berî niha çend biryar û rênmayîyên yasayî derxistin ku girêdayî mijarên dadwerî, kargêrî û budceya partiyên nav Parlamentoya Kurdistanê (PK) ne.
Sekreterê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Mihemed Qeredaxî, îro, ragihand, “Her 4 biryarên Serokê Herêmê yên ku derbarê daxwazên her sê aliyên opozisyonê (Goran, Yekgirtû û Komeleya Îslamî) derxistine û arastey hikûmetê kirine, dê ji îro vê bêne bicihanîn.”
Qeredaxî got jî, “Ev biryarên Serokê Herêmê ne û em naçarin dest bicihanîna wan bikin û em ti paşxistin û sistiyekê di pêkanîna wan de nakin.”
Qeredaxî amaje kir ku Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê (îro), destnîşan kiriye ji bo bicihanîna biryaran, lewra ji îro ve dê hikûmet tedbîrên yasayî pêk bîne bi mebesta bicihanîna her 4 biryaran.
Derbarê vegerandina budceya opozisyonê, Qeredaxî got, “Vegerandina budceya opozisyonê, yek ji wan 4 biryaryên Serokê Herêma Kurdistanê ye, ev biryar jî dê ji îro ve kar li ser bicihanîna wê bê kirin.”
Di 4 daxuyaniyên fermî yên SHK de ku îro derketine, hatiye, “Nabe ti kes li derveyî tedbîrên yasayî were girtin, di dema lêkolînê de jî divê parêzerê wî hebe û di heyama 24 saatn de divê çarenivîsa dadgehkirinê diyar be, divê komîteyekê ji bo çareserkirina tedbîrên neyasayî yên kargêrî derbarê cezayên siyasî yên li ser endamên opozisyonê, were avakirin.”
SHK her wiha aşkere kir ku biryara xerckirina silfeya darayî ya partiyên beşdar di PK de li ser bingiha biryara Civata Wezîran jî, hat dayîn.
Di daxuyniyan de biryar hatiye dayîn ku ew kesên li dadgehên Herêma Kurdistanê biryarên girtina wan derketiye û ew ên ku biryara SHK (hejmar 4 a sala 2001) wan bi xwe ve digire, di bûyerên şibat û gulana borî de, divê radestê dadgehê bibin.
Her wiha hişyarî hat dayîn ku bo ti alî yan kesekî nîne ku daxwazkarekî biparêze û berûvajî dê li hember yasayê berpirs be.
Di dawiya her 4 daxuyaniyan de Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê hatiye spardin ji bo deristina rênmayîyên bicihanîna wan biryaran û amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku ji roja derketina biryaran ve, kar bi wan tê kirin.
AKnews
