• Tuesday, 03 February 2026
logo

İraqê nota da Tirkiyê û di bara hêrişên wan de bo ser axa Îraqê bersivek tund nîşanda

Gulan Media August 25, 2011 Nûçe
İraqê nota da Tirkiyê û di bara hêrişên wan de bo ser axa Îraqê bersivek tund nîşanda
İraqê derbarê operasyona derveyî sinor de reaksyonek tund nîşan da. Herwiha Tirkiye jî hişyar kir ku ti operasyoneke bejayî li dijî Herêma Kurdistanê encam nede.

Li gor daxwiyaniyekê ku di malpera fermî ya Wezareta Derve ya İraqê de hatiye weşandin, balyozê Tirkiyê yê Bexda Murat Ozçelik bo Wezareta Derve hatiye vexwendin û li dijî operasyona leşkerî İraqê nota daye Tirkiyê.

Alîkarê Wezîrê Derve yê İraqê Mihemmed Cewad Alldorkî, Ozçelik vexwendiye Wezareta Derve ya İraqê û jêre gotiye we sinor binpê kiriye û divê di cih de operasyona derveyî sinor bê rawestandin.

Rudaw
Top