Serokê Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê ji Serok Komarê Suriya wergirt
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê
Hewlêr
Silavên xwedê li we bin
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawiya xanim Hemayîlxan hevxebatê serkirdeyê dîrokiyê birêz Mistefa Barzanî ya salên dûr û dirêj gihişt me. Ji dil ve pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bixe bihûşta fireh û berîna xwe û sebir û aramiyê jî bi we bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Beşar Esad
Serok Komarê Erebî ya Suriya
Dîmeşq(Şam)
28/07/2011
