Demîrtaş: AKP nikare bi PKK'ê, ji ber wê dixwaze tola xwe ji BDP'ê hilde.
Serokê Koma BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, der barê daxuyaniyên Serokwezîr Tayip Erdogan ên ku BDP û KCD kir hedefa xwe, nûçeyên têkildarî Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan û têkildarî astengiya hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kirin. Demirtaş diyar kir ku ger operasyonek li dijî KCD’ê pêk were wê qiyamet rabe.
Demîrtaş, anî ziman ku keda BDP'ê di îlankirina agirbestê ya PKK'ê de heye û wiha got: "Serokê Koma BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, der barê daxuyaniyên Serokwezîr Tayip Erdogan a ku BDP û KCD kir hedefa xwe de diyar kir ku Serokwezîr dîsa dibêje "Operasyon nayên rawestandin û leşker dest ji çekan bernade" û neheqî û gefan li derdorê dixwe. Demîrtaş destnîşan kir ku j ber AKP nikare bi PKK'ê dixwaze heyf û tola xwe ji BDP'ê hildide.
nukurd
