• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê kiryarên teroristî yên bajar û bajarokên Iraqê bi tundî şermezar kir

Gulan Media August 16, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê kiryarên teroristî yên bajar û bajarokên Iraqê bi tundî şermezar kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi mixabinî nûçeya wan zîncîre kiryarên terorîstiyê dirindane gihişt min ku doh dûşem 15/08/2011 li çend bajar û bajarokên Iraqê da rû da û min bi kûr ve hejand.

Li demek da bi germî pirse û hevxemiya xwe ji bo kesukarê şehîdan û qurbaniyên wê êrîşê radigihînim, li heman demî de bi tundî wan kiryarên terorîstiyan û encamderên wan şermezar û riswa dikim.

Encamdana kiryara terorîstî û hêvî birina li ser êrîşên dirindane dijî bi welatiyên sîvîl ji aliyê her kes û deste û grubek ve bê cihê nerazîbûn û protestokirina sercem welatiyane.

Ewê ku ji bo min û tevahiya xelkê Iraqê ve balkêşe bê şiyaniya dezgehên emniyên wî welatiye li bergirîkirin û parastina canê xelkê ye ku li demek da xwedî wan hemû hêzên mezine ku ji bo vê mebestê hatine damezrandin. Eve jî îro bûye cihê pirsiyara hemû xelkê Iraqê.

Ji bo wê yekê pêwîste li ser Hikûmeta Federal û tevahiya dezgehên emniyan bi ciddî bersîva van pirsiyaran bidin û bi girîngiyeke mezin ve li ser wan kiryaran rawestin û çareseriyeke bingehîn peyda bikin.

Xwedayê mezin şehîdan bi bihûşta fireh şad bike û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazim û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo her alîkariyeke pêwîst derdibrim.



Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16/08/2011
Top