• Tuesday, 03 February 2026
logo

Perlemana Îraqê dê îro gotûbêjê li ser pirsa rawestandina ava Çemê Elwenê bike

Gulan Media August 15, 2011 Nûçe
Perlemana Îraqê dê îro gotûbêjê li ser pirsa rawestandina ava Çemê Elwenê bike
Endamê Parlamentoya Iraqê yê ser bi Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Hesen Cîhad ragihand ku di rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê (PI) de dê gotûbêj li ser hişkirina Çemê Elwenê ji aliyê Îranê ve bê kirin.

Hesen Cîhad ku di heman demê de nûnerê Xaneqînê yê li PIê got, “Me li dijî girtina ava Elwenê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê di PIê de 67 îmze kom kirin û pêşkêşî serokatiya PIê kir û paşî biryar hate dayîn ev mijar di parlamentoyê de bê gotûbêjkirin.”

Bi gotina Cîhad di rûniştina îro de komîsyonên tenduristî û çandiniyê dê behsa tesîrên girtina ava Elwenê bikin û daxwaz ji aliyê têkildar yên hikûmeta Iraqê bikin ku bo çareserkirina vê pirsê digel Îranê bi resmî dest bi gotûbêjan bikin.

AKnews
Top