Wezareta pêşmergeh : Şandina du lîwayên Pêşmerge yên rahênayî bo navçeyîn Celewla û Seadî ye
Lîwa Enwer Hacî Osman, birîkarê wezareta pêşmergeh ya hikumeta herêma kurdistanê ragihand: piştî serheladan arîşe û kuştina kurda û derkirina malên wan li wa devera, wezareta pêşmergeh hizra çareseyê kir , ew jî şandina hêzeka pêşmergeh bo parastina aramî û tenahî ya deverê.
Herweha xuyakir :şivêdî her du lîwayên pir çek ku ser bi wezareta pêşmergehên kurdistanê ne hatîne şandin bo devera Celewla û Seadî ye û niha em mijulî cihgîr kirina wan hêza ne.
Lîwa Enwer ev daxuyanî da malpera Xendan û tekez kir ta tev pirisgirêk nehên çareser kirin , carek din hêza pêşmergeh nezivire û wê li wan devera bi mine.
Sebaret wergirtina rezamendî yê ji alîyê Iraqê, berpirsê wezareta pêşmerge tekez kir: pêwîst bi wergirtina rezamendî yê nake, ji ber ku em wa bi cave xwe sitem û zordarî yê di bînîn ku li kurda dikin li wa devera û di demek de sûpayê Iraqê li wr heye û bê denge.
Ta niha wazareta pêşmergeh du car hêz şandî ye wan devera , lê piştî wezareta hundira Iraqê û hêzên Emrîka soza çareserya arîşeyên kurda dan ,hêzên pêşmerge vegerane bo herêmê , lê xuyaye ku bi sedema xemsarî ya sûpayê Iraqê , dubare metirsî û dijatî kirina kurda li naîçeyên Seadî ye û Celewla û Qeretepe ku beşekin ji navçeyên veqetya yî ji herêma kurdistanê serhelda ye
