Li Sûriyeyê 20 xwepêşandêr hatin kuştin û leşkerekê kurd li Dêrezorê hat kuştin
Dijberên rejima Sûriyeyê û rêxistinên mafê mirovan ragihandin kû, di xwepêşandanên bajarên ji dervey Şamê yên weke Helebê 4, Hama’yê 2, Hûmûs’ê 1, Deyr ez Zor’ê 1 û li Îdlîb’ê jî 1 kes hatine kuştin.
Hat ragehandin ku li bajarê dêrezorê leşkerek dewletê yê kurd hat kuştin, ku tê xuyakirin bi cek hatiye kuştin.
Di şerên dijwar yên kû li semta Doûma ya Şamê çêdibin de, di nava kesên hatin kuştin de jinek û zarokekî 16 salî jî heye.
Televîzyona dewleta Sûriyeyê jî ragihand kû, di bûyerên li paytext Şamê de 2 erkdarên ewlekariyê di şerê çekdarî de hatine kuştin.
Dijberên rejima Sûriyeyê dan diyarkirin kû, Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar Esad beriya ku pêkûtiyên ji derve wisan lêbên kû nekarin rabikin, dixwaze bi hemû hêza xwe xwepêşandan bitepisîne, ji ber vê sedemê rojê 20’an zêdetir mirovan dikuje.
