• Tuesday, 03 February 2026
logo

Hikumeta herêma kurdistanê dixaze hêzên pêşmerge li navçeyên Sedî ye û Celewla û navçeyên veqetyay cihgîr bike

Gulan Media August 10, 2011 Nûçe
Hikumeta herêma kurdistanê dixaze hêzên pêşmerge li navçeyên Sedî ye û Celewla û navçeyên veqetyay cihgîr bike
Bi armanca parastina welatîyên kurd li li navçeyên Sedî ye û Celewla û navçeyên veqetyayî, hikumeta herêma kurdistanê di namekê de bo hikumeta Iraqê û fermandehîya hêzên Emrîka û balyozxana wî weltî li Bexdayê, daxaza cihgîrkirna hêzên pêşmergeh mil bi mile hêzên Iraqê li wan navçeya dike.

Cebar Yawer sekretêrê giştî yê wezareta pêşmergehên kurdistanê di daxuyanîyek taybet de bo kenala gelê Kurdistan ragihand: di wê name de hikumeta herêma kurdistanê daxaza civînek lezgîn ya lijna bilinda wezarî di nêvbera herêm û Bexdayê de kirye û ew metirsî jî berçav kirîne ku li navçeyên veqetyayî mîna Sedî ye û Celewla û li wan sînuran hevrişî welatî yên kurd di bin.

Sebaret helwîsta fermî ya hikumeta herêma kurdistanê jî jiboy parastina canê welatî yên kurd li navçeyên veqetyayî, Cebar Yawer xuyakir hikumeta herêma kurdistanê rijde li ser cêbcêkirina maddeya 140 ji destura herdemî ya Iraqa fedral ,û tev bizavek jî dikîn jibuna parastina can û malê weltîyên kurd li wan navçeya.
Top