Perleman kurddistanê rûniştinek ne asayî li ser topbarankirina Iranê saz kir
Ji destpêka rûniştinê serokê perlemanê, karnameya kar xand ku taybet bû bi got û bêjkirinê li ser topbarankirina Artêşa komara Islamî ya Iranê bo ser navçeyên sînurî yên herêma kurdistana Iraqê.
Sebaret wan buyeran jî serokê perlemana kurdistanê ragehand : bo demekî ye topbaran komara Islamî ya Iranê li ser navçeyên sînurên herêma kurdistanê berdewame û gehiştî ye gund û cihên revend û koçer û xwedî peza û hejmareke welatî yên sivîl jî şehîd û birîndar ketîne , serbarî zirarên maddî ku gehane kertê çandinê û pez û merr û malatî û awarebuna xelkê wê navçeyê.
Derbarê peyamên hinek ji sazîyên ragihandinê ku perlemanê kurdistanê dest bi xwede şorkirîne li hember wî karê Iranê , serokê perlemana kurdistanê ragihand: cihê daxê ye ji hinek mîdya wê yekê di bîhîsîn ku perlemana kurdistanê hîç karek nekirye ,ku ew yek jî dure ji rastî yê , lê me li serokatîya perleman bo ragirtina wê topbaranê bi berdewam peywendî bi serokatîya komar û civata nuneran û wezareta derveya hikumeta Iraqê ve kirye , me daxaz jê kirye çareseryek lezgîn bibînin , eve jibilî bizavên meyên hûndirê herêmê de ku berdewam di gel serokatîya herêm û civata wezîran got û bêj kirîne ,bi mebesta dîtina rêyek çareseryê bo wê karesatê.
Herweha di gel komara Islamî ya Iranê em kombûyne û me dilgiranî û nerazîbuna xwe jî sebaret wê topbarankirinê pêgehandî ye,ew yek jî me ron kirye mîna herêm em rêz li sînurên derdorên xwe digirîn û bo kes jî nine sînurên me bi kar bîne dîjî hîç alîye kî.
Serokê perlemana kurdistanê ew yek jî ragihand : rûniştina iro ye perleman li ser daxwazî ya hejmarek perlemantara bû , ku 38 perlemantara imza li ser kirbû û ji bilî va hejmarek ji lijneyên perlemanî di gel şanda lijna civata nunerên Iraqê serdanek meydanî bo navçeyên sînurî û xelkê aware kirbû.
Di piştre rapora hevpişka lijnên hundir û pêşmergeh û mafê mirova serbaret wê serdana meydanî bo navçeyên sînurî hat xandin û têde rewşa xelkê awarebuy ji wa navçeya û zirarên wan ronkir.
Li dawî yê dergehê got û bêjan bo perlemantara hat vekirn û nîz 40 perlemantara sebaret wê topbaranê nerîn û helwîst û pêşnîyazên xwe jibuna ragirtina topbarankiriana artêşa Iranê berçav kirin , piştî hingî serokê perlemanî ragihand : ku giringtirîn nerîn û pêşnîyazên perlemaantara bi rêya lijnên havldar wê bihên darêjtin û di rûniştina roja 9- 8 – 2011 de dê hên pêş kêş kirin û dawî bi rûniştinê hat.
