• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Telabîba Paytexta Îsraîlê xwepêşandanên girseyî ji bo xizmetgozarî û başkirina rewşa jiyanê

Gulan Media August 7, 2011 Nûçe
Li Telabîba Paytexta Îsraîlê xwepêşandanên girseyî ji bo xizmetgozarî û başkirina rewşa jiyanê
Duhî Li piraniya bajarên Îsraîlê xwenîşandanên girseyê hatin li darxistin , xwenîşanderan daxwaza herzankirin pêdiviyên jîyanê û bihayê yekeyên akincîbûnê û çaksaziyên giştî dikirin.

Li gor nûçeyan li baytexta Îsraîlê Telabîbê nêzî 300 hezar kes derketin kulanan û daxwaza herzankirina bihayê kirê û kirîna xaniyan dikirin.

Li gor gotinên xwenîşanderan kirêya karî 1500 dulare lê kirêya her Şuqeyekê jî nêzî 2000 dularana û kirîna Şuqeka 100 metrî 600 hezar dulare.

Xwenîşandan berovajî xwenîşandanên welatên Erebî bû, ji ber ku bi awayekê aram û hêmin bi rêveçû û xwenîşanderan daxwaza ji navbirina deshelatê nekir.
Top