• Tuesday, 03 February 2026
logo

Artêşa Sûrî hêrişî Derezorê û derdorên Himsê kirin herî kêm 60 kesan hatin kuştin

Gulan Media August 7, 2011 Nûçe
Artêşa Sûrî hêrişî Derezorê û derdorên Himsê kirin  herî kêm 60 kesan hatin kuştin
Piştî artêşa dewleta Sûrî ji bo bêdeng kirina serhildêran bi sedan kes li Hemayê kuştinî ber bi Dêrezor û Himsê de çûn, û di encama agirbarînê de 16 kes li himsê û 42 kes li Dêrezorê hatin kûştin.

ji şevê din de hêzên Sûrî li tevaya deverên Dêrezorê belavbûna û rê li xwenîşandanê tê girtin, tê pêşbînî kirin ku xelkê Dêrezorê bergiriyê bike ji ber ku çek di nava xelkê de heye, li gor amarên destpêkî li Dêrezorê herî kêm 42 kes hatine kûştin.

Hat ragehandin ku li derdorên himsê 16 kes bi destê hêzên sûrî hatin kuştin, artêşê derdûrên Himsê jî durpêçkirine û girtin û derbazkirina malan jî didome.

Rewşa Edlibî jî ne pir cudabû û di veşartina kuştiyên roja Înî de 2 kesên din jî hatin kuştin.

Li piraniya bajarên Sûrî ji bo xwenîşandanên şevîn tên kirin û piştevaniya Hema û Himsê û Dêrezorê têkirin û rêjêma Beas û Beşar Esed tên şermizarkirin.

Ragehandinên fermî yên Sûrî kuştiyan bi têrorist bi nav dikin û xwepêşanderan jî bi xerabker û wêrankar didenzanîn.

Ji aliyekê din ve Eredoxan diyar kir ku êdî sebra wan nema loma dê wezîrê derve yê Tirkiyê roja sêşemiyê here Dîmeşkê û got gereke bi lez ev kuştare were rawestandin.

Ji bal xwe ve jî serokê Rosiya ew welatê ku gelek piştevaniya rijêma Sûriyê dike, ji ber rewşa aloza Sûriyê hojdarî dan Beşar Esedê Serokê Sûriyê.
Top