• Tuesday, 03 February 2026
logo

jiyana bakurê Kurdistanê di nava êrîş û operasyonan û agir deye

Gulan Media August 7, 2011 Nûçe
jiyana bakurê Kurdistanê di nava êrîş û operasyonan û agir deye
Ev maweyeke bi taybet piştî bûyear Farqînê ku 13 leşkerên Tirk hatibûn kuştin jiyana kurdan û deverên kurdî yên bakurê kurdistanê di nava operasyonên leşkerî û êrişên gerîla û hikûmetê da dinale.

Li dêrsimê û cilemêrkê û malîteya û hinbajar û deverên din operasyonên leşkerî yên turk berdewamin, û bergêrî ji aliyê gerîlayan ve tê kirin, ev yek jî dibe sedema kuştina herdu aliyan û têkdana jiyan û aramiya xelkê li wan deveran.

Ji aliyekê din de Duhî Li dijî avahiya qeymeqamtiya navçeya Xîzana Bedlîsê êrişeke çekdarî pêk hat, di encamê de leşkerek hat kuştin û leşkerek din birîndar bû.Qeymeqamê Xîzanê Mustafa Adil Tekelî êrişe bû û çekên lûledirêj pêk hat. Hat zanîn ku di encama êrişê de polîsek hat kuştin û polîsek din birîndar bû.

Ji aliyekê din ve ta niha jî ji ber bûyera farqînê kurd nikarin li hin bajarên Tirkan xwe xuyabikin û bi zimanê xwe baxivin ji ber êrişên nejatperistên Tirkan.
Top