• Tuesday, 03 February 2026
logo

Hejmarek ji kesayetiyên siyasiyê Kurdê Tirkiye serxweşiyê li Serok Barzanî kirin

Gulan Media August 7, 2011 Nûçe
Hejmarek ji kesayetiyên siyasiyê Kurdê Tirkiye serxweşiyê li Serok Barzanî kirin
duhî şemî 06/08/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasiyê Kurdên Tirkiye kir ku ji birêz Dengîr Firat, Îhsan Aslan, Sabahedîn Cewahîrî û Necat Nasiroglu pêkhatibûn ku bi mebesta serxweşî kirina Serok Barzanî ya ji bo koça dawiya xwedê jêrazî Hemayîlxan ê serdan kiribûn.

Amadevanan li gel gihandina hevxemiya xwe bi Serok Barzanî û malbata wî, hêvî xwestin ku eve xem û nexweşiya wî ya dawî bê û Serokê Herêma Kurdistanê jî ji bo vê serdan û hevxemiyê spasiya wan kir.
Top