• Monday, 02 February 2026
logo

Li sê hevdîtinên cuda de Şerafedîn Elçî, Es'ed Cano, Seyîd Haşim Haşimî û Behram Weledbegî serxweşiyê li Barzanî kirin

Gulan Media August 3, 2011 Nûçe
Li sê hevdîtinên cuda de Şerafedîn Elçî, Es'ed Cano, Seyîd Haşim Haşimî û Behram Weledbegî serxweşiyê li Barzanî kirin
Duhî sêşem 02/08/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li sê hevdîtinên cuda cuda de pêşwaziya birêz Şerafedîn Elçî Serokê Partiya Demokrata Beşdar û Endam Parlemenê Tirkiye û Es'ed Cano Endam Parlemenê Tirkiye û şanda li gel kir û her wiha Seyîd Haşim Haşimî kesayetî û siyasetmedarê Kurd û Endamê berê yê Parlemena Tirkiye û şanda li gel û Behram Weledbegî Serokê Enstituya Kurd li Tehran û hejmarek ji rewşenbîrên Kurdê Îran ku bi mebesta serxweşî kirina koça dawiya Hemayîlxan a dayika Serok Barzanî serdanê kiribûn.

Şerefedîn Elçî, Es'ed Cano, Seyîd Haşim Haşimî û Behram Weledbegî û şanda li gel wan li gel gihandina hevxemiya xwe bi Serok Barzanî û malbata birêz, hêvî xwestin ku eve xem û nexweşiya wan ya dawî bê û Serokê Herêma Kurdistanê jî spasî ji bo vê serdan û hevxemiya wan kir.
Top