Serokê hikûmeta herêma kurdistanê seredana mezarên nemiran li Barzanê kir
Piştî danan qeftên gulên rêzgirtinê li ser gorên nemiran û xwendina sureta fathê bo gîyanê pakê wan . di peyvekê de serokê hikumetê amaje bi rola dîyar û bercava Barzanî yê Nemir û Kak Idrîsê herdem zindî kir , mîna du serkirdên lêhatî û dîrokî yên tevgera azadîxwaza kurdistanê ku tev jîyê xwe jiboy xebat û tekoşîn û rizgarî ya millet xwe û azadî ya îroya kurdistanê texankirbû, û ragehand gelê kurd xebat û fîdakarî û tekoşîna Barzanî yê Nemir û xebatkerên din yên millet me tu car ji bîr neke û herdem wê bi bilind û pîroz binerxîne û rabigire.
