• Monday, 02 February 2026
logo

Daxaz ji NY hat kirin ku di çareserkirina arîşeyên deverên nakokbar de zêdetir rola xwe bilîze

Daxaz ji NY hat kirin ku di çareserkirina arîşeyên deverên nakokbar de zêdetir rola xwe bilîze
Duhî roja duşemiyê 13.06.2011ê li bajarê Hewlêrê, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Lîn Posko cîgirê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên siyasî kir.

Di dîdarekê de, ku Elî Sindî wezîrê pilandananê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Kawe Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê jî amade bûn, rewşa siyasiya Îraqê û herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin.

Têkeliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî û çewaniya pêşxistina wan peywendiyan di paşerojê de mijareke di ya dîdara navbera serokê hikûmetê û cîgirê sekreterê NY bo karûbarên siyasî bû. Di vê çarçoveyê de rol û wezîfeya NY di pirosesa isyasiya Îraqê de bilind hat nirxandins

Serokê hikûmetê daxaz ji şandeya NY kir ku, NY di Îraqê de û bi taybetî di warê çareserkirina arîşeyên deverên nakokbar de zêdetir rola xwe bilîze

Şandeya NY got ku, NY amadeya, ji bona serxistina pirosesa siyasî li Îraqê alîkarî û hevkariya îraqiyan bike ku êdî xelkê Îraqê di bin siha aramî, aşitî û pêkvejiyanê de bijî.

Şandeya NY got jî ku, ji bona ku ji nêzîk haydarî rewşa siyasiya Îraqê bibin ew dê di demek nêz de ofîsa xwe ji Umanê bînin Îraq û herêma Kurdistanê.
Top