• Saturday, 31 January 2026
logo

3 Endazyarên Tirk li Kerkûkê hatin revandin

Gulan Media February 16, 2011 Nûçe
3 Endazyarên Tirk li Kerkûkê hatin revandin
Li bajarê Kerkûkê, 3 endazyarên Tirk ji aliyê 5 kesên nenas ve hatin revandin.

Li gor çavkaniyan, ew endazyarên Tirk ku li bajarê Kerkûkê, karê nûkirina parkekê dikirin, duhî bi şev 5 çekdarên nenas êrîşî ser mala wan kirin û ji her 5 endazyaran 3ê revandin.

Her 2 endazyarên din jî bo vekolînê ji aliyê polîsên Kerkûkê ve hatin girtin, û wêneyên kesên hatine revandin li nav bajêr hatin belavkirin.
Top