Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Lîsta El Iraqiye kir
Di hevdîtinê de, pêvajoya welat û guhertinên navçeyê hate nirxandin. Li asta Iraqê da lezkirina li temamkirina pêkhatê Wezaretan û guftûgokirina dosyeya Encumena Siyaseta Stratejiyan û rola wê encumenê li piştgîrîkirin û pêşxistina edaya Hikûmet û pêwîstiya bi cîh kirina rêkkeftinên di navbera aliyan û kutleyê siyasiyan tekez li ser hate kirin.
Dr. Elawî behsa rola Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku li hewldanên ji bo yekxistina nêrînên li çarçêweya destpêşxeriya birêz de berdewam bibe ku pêkanîna Hikûmetê bi pişt de hat û proseya siyasî li Iraq da berev pêş bir.
