• Monday, 02 February 2026
logo

Şimika ku li dev rûyê Sedam hat xistin, niha li Helebce ye

Gulan Media February 13, 2011 Nûçe
Şimika ku li dev rûyê Sedam hat xistin, niha li Helebce ye
Ebu Tehsîn ku roja 9ê Nîsana 2003an li Bexda wêneyê Seddam Husên girtibû destê xwe û bi dilekî şewitî şimika xwe li dev û rûyê wî dida, razî nebu wê şimikê bifroşe hezaran Dolar bifroşe Kiwêtiyan, lê bê beramber da xelkê Helebce û niha li monumenta wî bajarî ye.

Piştî temaşekirina wêneyên karesata 16ê Adara 1988an ku di Monumenta Helebce de di çarçoveyekê de hatine danîn, di hundirê şûşeyeke dirêj de şimika Ebu Tehsîn a rengê qahweyî di hundirê sêniyeke şûşe de hatiye danîn. Osman Sexrêlî ku rojnamevanekî Tirk e dema pêlavê dibîne dikene û dibêje: "Ez bûm ku wê rojê wêneyên video yên Ebu Tehsîn li Bexda girtin, hemû kanalên cîhanê ev fîlm ji min kirîn." Wê demê Osman ji bo ajansa nûçeyan a IHA kar dikir ku wêneyê Ebu Tehsîn girtin, roja duşemma borî ligel hevalekî xwe yê rojnamevan serdana monumenta Helebce kirin. Osman raporek li ser hinek kesên ku ji kîmyabarana Helebce filitîne, çêkir.

Kiwêtiyan 50 hezar Dolar dan Ebu Tehsîn, lê wî belaş da monumenta Helebce

Berpirsê Monumenta Helebce, Serxêl Xefar got: "Ebu Tehsîn bi xwe pêlava xwe pêşkêşî monumentê kir, di panelekê de ku Partiya Komunist li Helebce sazkiribû. Ebu Tehsîn jî vexwendibûn vê semînerê û tê de biryara diyarîkirina pêlava xwe ji bo monumenta Helebce da."

Serxêl dibêje Kiwêtiyan pereyên zêde dane Ebu Tehsîn li himber firotina pêlava wî, lê navbirî red kiriye: "Li gor gotinên Ebu Tehsîn bi xwe, Kiwêtiyan 50 hezar Dolar wek heqê vê şimikê dane."

Niha îmkan heye ku monumenta Helebce bibe cihê komkirina kelûpelên ku pêwîst e li her muzexaneyeke nîşîmanî hebin. Ji bilî wêneyên fotografîk ên qurbaniyên karesata kîmyabaranê, li odeya mirinê ku beşekî monumentê pêk tîne, çîroka kolanên Helebce di roja 16’î Adara 1988’an de bi peykeran hatiye dariştin, mêrek bi bêrê û jinek li ser sêla çêkirina nan û li kêleka wan çend zarokên mirî, tevzînokan dixin laşên kesên ku derbasî wê odeya tarî û dirêj dibin.

Du kamerayên ku wêneyên karesatê girtibûn vegerandine Helebce

Di beşekî din ê monumentê de, du kamerayên ku rojnamevanan roja karesatê wêneyên qurbaniyan bi wan girtine, hatine hilgirtin. Ev kamera yek a rojnamevanê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, Remezan Ozturk û rojnamevanê Swêdî, Stevan Herten in, xwediyên kamerayan kamerayên xwe pêşkêşî monumentê kirine. Serxêl Xefar dide zanîn ku rojnamevanê Îranî, Ehmed Natiqî yê ku jimara herî zêda ya wêneyên karesatê girtibûn, di demeke nêzîk de kameraya xwe pêşkêşî monumentê dike.

Qelemê ku îmzeya darvekirina Elî Kîmyayî pê hat kirin li Helebce ye

Herî girîng jî pênûsa ku darvekirina Elî Kîmyayî pê hat îmzekirin, niha li Helebce hatiye hilgirtin. Elî Kîmyayî tawanbarê sereke yê karesatê ye û ji ber vê tawanê cezayê îdamê li ser hat sepandin û xelkê Helebce roja mirina wî aheng girêdan.

Monumenta Helebce di sala 2006’an de ket ber êrîşa ciwanên hêrsbûyî yên Helebce û agir berdaê. Serxêl dibêje ku di dahatû de ew ê beşên arşîv û belgeyan tê de vekin.
Top