Erdogan beşdarî merasîma bîranîna Ahmet Kaya dibe
Derhêner Umit Kivanç, ji AKnewsê re axivî û diyar kir, fîlma “Firfiroka min li têlan eliqî” jiyana Ahmet Kaya ji zarokatiyê heta mirinê nîşan dide.
Hevjîna Kaya Gulten Kaya jî, diyar kir, beşek ji fîlmê dê 11ê kanûnê li Stenbolê di merasîma bibîranîna Kaya de bê nîşandan. Kaya, da zanîn, fîlm dê Parîs û Viyanayê jî bê nîşandan.
Gulten Kaya, ragihand, piştre belgevar dê li ser malpera www.ahmetkaya.com were weşandin û wiha got, “Em ê bihêlin ku hemû fîlmê bibînin.”
Ji aliyekî din, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan jî dê beşdarî merasîma nîşandana fîlma jiyana Ahmet Kaya bibe.
AHMET KAYA KÎ YE?
Sala 1957ê li Meletiyê ji dayîk bûye. Bi mûzîka xwe ya taybet, pêjvajoya derbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980ê protesto kir. Kaya, sala 1999ê dema di merasîma wergirtina xelata Komeleya Rojnamevaên Magazîn (MGD) diyar kir, dê klîbekî bi zimanê kurdî bikşîne, rastî protestoya hunermendên neteweperest ên tirk hatibû. Ji ber îdiayên hebûna têkiliyên wî bi PKKê re, çûbû Fransayê û 16ê kanûna 2000ê li Parîsê jiyana xwe ji dest dabû
(AKnews)
