Parlementoya Ewropayê: "Divê Kurdî têkeve qada gelemperî"
Pêşnûmeya ku pêşkêşi PE’yê hate kirin û ji aliyê Raportorê Tirkiye yê PE’yê ve hatibnû nivîsîn de, qala Kêşeya Kurd, zêdebûna kuştinên li ser navê namûsê û astengiyên li ber derbirîn û hizrê cî girt.
DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ TÊKEVE QADA GELEMPERÎ
Di Pêşnûmeyê de Yekîtiya Ewropayê ji Tirkiyeyê xwest ku divê çarçoveya pêşîlêvekirina li ser navê Kêşeya Kurd ku wekî “ Pêşîlêvekirina Demokratîk” hate bilêvkirin, were berfirehkirin û zimanê Kurdî li Tirkiyeyê têkeve qada gelemperî û civakî û ji bo vê yekê jî guhertinên zagonî pêk were. Her wisa derbarê Zagonên Têkoşîna bi Terorê re jî de hate xwestin ku ew bi awayekî ku neyê îstîsmarkirin nûbibin û hate destnîşankirin ku welatiyên ku gundê wan hatiye xerakirin divê bikaribin li gundê xwe vegerin.
(avestakurd)
