• Saturday, 31 January 2026
logo

Kişanak: em amade ne dersên wêrektiyê bidin rêveberên AKP'ê

Gulan Media December 8, 2010 Nûçe
Kişanak: em amade ne dersên wêrektiyê bidin rêveberên AKP'ê
Gultan Kişanak Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê, bersiva peyvdarê Partiya Dad û Geşepêdanê Huseyin Çelik ku gotibû “Bila BDP'ê qasî baskê siyasî yê ÎRAyê Sinn Feinê wêrek be”, da wiha got, “Em amade ne dersên wêrektiyê bidin karbidestên AKP'ê jî” .

Gultan Kişanak di civîna Koma Civata BDPê de, ku lîstikvanên şanoya bi navê “Çîrokek Zivistanê” jî amade bûn, bersiv da û got “Hemû zanin BDP'ê çiqas wêrek e û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Me ta niha gelek cara wêrekbûna xwe nîşan daye, em amade ne hezar û yek carên din jî nîşan bidin û em amade ne dersên wêrektiyê bidin rêveberên AKP'ê jî” û got jî “Heke hûn wêrek in, benda hilbijartinê ya ji sedî 10 daxin” .
Top